Di navbera koma Tirkmen û hêzên Şamê de şer
Li Laziqiyê di navbera hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û koma Tirkmen de şer qewimî.
Li Laziqiyê di navbera hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û koma Tirkmen de şer qewimî.
Li gundê El Bedrûsiyê yê Laziqiyê, di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û komeke çekdar a Tirkmen de ku dest danîbû ser oteleke li gund, pevçûnên çekdarî rû dan.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), koma Tirkmen berî çend hefteyan dest danî ser oteleke li gundê El Bedrûsiyê yê. Xwediyê otelê jî gilî kir. Li ser giliyê biryar hat dayîn ku koma Tirkmen otelê vala bike.
Îro dema hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê xwest otelê vala bikin, arîşe derket û pevçûnên leşkerî rû dan. Di dema pevçûnan de hin komên din ên Tirkmenan ji bo piştgiriya koma çekdar, hatin herêmê.
Li gund arîşe hîna berdewam e.